Trûmp wê zêdeyî 100 kesî efû bike!

Donald Trûmp ku îro dema wî ya wezîfeya serokatiyê diqede, wê 100 kesî efû bike.

Tê payin ku Donald Trûmp vê Sêşemê zêdeyî 100 kesî efû bike.

Li gorî gotegotên vê dawiyê, Trûmp wê xwe û malbata xwe jî efû bikira.

Lê belê li gorî nûçeya Reutersê, şêwirmendên Trûmp ew qanih kiriye ku xwe û malbata xwe efû neke. Ji xwe biryareke bi vî rengî bihata dayin wê ji aliyê qanûnî ve jî bibûya cihê nîqaşê.

Li gorî nûçeyên medya Emerîkayê, Trûmp wê stranbêjê rapê Lîl Wayne jî efû bike ku Kanûna 2019'an dema bi balafireke taybet hate Mîamî çek pê re bû û rîska 10 salan a cezakirinê li ser heye. Vî stranbêjî di dema kampanya hilbijartinê de piştgirî dabû Trûmp.

Li gorî hin ji çavkaniyên ku agahî dan New York Tîmesê, endamê parlamenta New Yorkê Sehldon Sîlver jî wê bikeve ber efûya Trûmp. Sûlver ê 76 salî sala 2015'an ji karên ne li rê hatibû mehkûmkirin.

Di nava kesên bên efûkirin de navê damezrînerê Wîkîleaksê Jûlîan Assange jî heye.

Hin siyasetmedar bi fikar in ku Trûmp hin ji êrişkarên di 6'ê Çileyê de avêtin ser Kongreyê efû bike.