CÎHAN
Hemû Nûçe
-
DYE û hevalbendên wê ji kuştinên komî yên bi destê Talîbanê 'bi fikar in'
DYE û hevalbendên wê yên rojavayî ragihandin ku ew ji 'kuştinên bi komî' yên bi destê Talîbanê li dijî hêzên ewlekariyê yên berê 'bi fikar in' û xwestin, tavilê lêpirsîn bê destpêkirin. -
Li Hindistanê hêzên ewlekariyê 13 sivîl kuştin
Hate ragihandin, ku li eyaleta Nagalandê ya li bakur rojhilatê Hindistanê hêzên ewlekariyê 13 sivîl kuştine. -
YE û DYA’yê cezayên nû li ser Belarûsê sepandin
YE û DYE’yê pêkanînên cezakirinê li dijî 20 kes û 12 şîrket û rêxistinên ku li Belarûsê bi qaçaxçîtiya koçberan re têkildar in "wek berteka li hember guhnedana wê ya eşkere ya ji normên navneteweyî re sepandine." Belarûs tedbîrên dijber ragihand. -
Îran: Rojavayî bi niyeteke baş bin lihevkirin ne dûr e
Wezîrê Karê Derve yê Îranê diyar kir li ser mijara nukleerê lihevkirin 'nêzîk' e lê ev girêdayî 'niyeta baş'' a Rojavayiyan e. -
Enerjiya Nûker sala 2021'ê di asta rekorê de zêde bû, lê têrker nîne
Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) diyar kir ku kapasîteya elektrîka nûker li cîhanê di asta rekorê de zêde bûye, lê têrker nîne. -
Li Perûyê mûmyayê ji 800 heta 1200 salî hate dîtin
Arkeologên ji Perûyê li taxeke Lîmayê mûmyayek keşif kirin ku destên wî girêdayî bûn. Hate ragihandin ku mûmya ji beriya 800 heta 1200 salî ye. -
Reîsî xwest bila zextên li ser Îranê were rakirin
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji bo ku di muzakereyên li Viyanayê de zextên li ser Îranê were rakirin, bang kir. -
Rûsyayê mûşekeke hîpersonîk ceriband
Artêşa Rûsyayê ragihand ku wan bi “serketî” mûşekeke dûravêj ya hîpersonîk a nû ya bi tîpa Zîrkon ceriband. -
Îran: Em dixwazin peymana nukleerê çêbibe
Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Saîd Hatîbzadeh diyar kir ku Îran dixwaze tevî civaka navneteweyî derbarê dosyeya nukleerî ya Îranê peymanek çêbibe. -
Bakurê Perûyê hejiya
Li bakurê Perûyê ku welatekî li Başûrê Emerîkayê ye, erd hejiya. -
Li Qahîreyê damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin, bang li cîhana Ereb hat kirin
Di merasîma îmzekirina pirtûkekê ku têkiliyên Kurd-Ereb vedibêje ya li paytexta Misrê Qahîreyê hat lidarxistin de bal hat kişandin li ser têkiliyên Kurd-Ereb û ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ cîhana Ereb alîkarî hat xwestin. -
Li Rûsyayê li kana komirê herî kêm 52 kes mirin
Li herêma Sîbîryayê ya ser bi Federasyona Rûsyayê, li kaneke komirê felaketekê rû da. Herî kêm 52 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
31 koçber di Behra Manşê de xeniqîn
Bota koçberan li Îngiltereyê noqav bû û herî kêm 31 koçber xeniqîn. -
Şerê Yemenê wê bibe sedemê mirina 377 hezar mirovan!
Neteweyên Yekbûyî (NY) texmînê xwe yê ji bo şerê li Yemenê ku heft salin didome eşkere kir û got ku heya sala 2021’an çi yekser û çi ne yekser wê bibe sedemê 377 hezar mirovan. -
Îlham Ehmed bi Lavrov re rûnişt
Seroka Komîteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov re hate cem hev. -
Li Bûlgaristanê otobusekê qeza kir: Herî kêm 45 kes mirin
Li Bûlgaristanê otobuseke rêwiyan qeza kir, 5 jê zarok herî kêm 45 kes mirin. -
Li Venezuelayê partiya desthilatdar di hilbijartinên xwecihî de bi ser ket
Li Venezuelayê, partiya Serokkomar Nikolas Maduro di hilbijartinên xwecihî de bi ser ket. -
Li DYE'ê wesayitekê da nava girseyê: 5 kes mirin, bi dehan kes birîndar bûn
Li DYE'yê, wesayitekê da nava girseyekê ku pîrozbahî dikir. Di bûyerê de 5 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Li Sûdanê piştî darbeyê li ser avakirina hikumetê li hev kirin
Li ser vegera Serokwezîr Abdullah Hamdok ê bi darbeya leşkerî li Sûdanê ji wezîfeyê hate girtin û berdana girtiyên siyasî li hev hate kirin. -
Li Rotterdamê di protestoyên koronayê de 7 kes birîndar bûn
Li Hollandayê çalakvanan astengiyên ji ber koronayê protesto kirin. Di çalakiyan de 7 kes birîndar bûn. -
Li Qetarê sala 2020'an 50 koçber mirin, bi hezaran jê birîndar bûne
Rêxistina Navnetewî ya Xebatê (ÎLO) ragihand li Qetarê li qada înşeatê ku wê malxweyîtiyê li Kûpaya Cîhanê ya 2022'an bike 50 koçber mirine û 500 jê bi giranî bi deh hezaran karker birîndar bûne. -
Bi sedan welatiyên Iraqê ji Belarûsê paşve hatin şandin
Ligel nûçeyên têkildarê koçberan ku bi hêviya derbasê Ewropayê bibin diçin Rûsya Spî û li ser sînorê Polonya-Belarûsê bi felaketeke mirovî re rû bi rû ne, paşve tên wegerandin. -
Hilbijartina Danîmarkayê: Dijminên biyaniyan têk çûn
Li Danîmarkayê di hilbijartina herêmî de Partiya Gel a ku dijminatiya biyaniyan dikir derbeke giran xwar. Hinek Kurd jî di şaredariyan de ketin meclîsên şaredariyan. -
Jinên Kurd ên li Rûsyayê êrişên bi çekên kîmyewî û bêdengiya cîhanê şermezar kirin
Jinên Kurd ên li herêma Krasnodarê ya Rûsyayê bi civîn û daxuyaniyekê li ber êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî rabûn û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kirin. -
Li Sûdanê hejmara qurbaniyan gihîşt 15 kesî
Li Sûdanê hejmara mirovên di xwepêşandanên dijî darbeyê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 15 kesî.