31 koçber di Behra Manşê de xeniqîn

Bota koçberan li Îngiltereyê noqav bû û herî kêm 31 koçber xeniqîn.

Di navbera Fransa û Îngîltereyê de di Kanala Îngîlîz de herî kêm 31 koçber mirin.

Hate diyarkirin dema koçberan hewl dane bi botê derbas bibin, di avê de xeniqîne.

Rayearên Fransa û Îngîltereyê ji bo ku koçber derbas nebin hewldanên xwe zêde kirine û aloziya li ser bot û qeyikên biçûk zêde bûye.

Ligel hewldanan jî vê mehê gelek derbas bûn. Di 11’ê Mijdarê de 1185 kes hatin Îngîltereyê.

Li gorî rapora Rêxistina Koçê ya Navneteweyî di şeş mehên pêşîn de herî kêm 1146 kes dema xwestine werin Ewropayê jiyana xwe ji dest dane.