Îran: Em dixwazin peymana nukleerê çêbibe

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Saîd Hatîbzadeh diyar kir ku Îran dixwaze tevî civaka navneteweyî derbarê dosyeya nukleerî ya Îranê peymanek çêbibe.

Muzakereyên li ser bernameya nukleer a bi Îranê re vê Duşemê wê li Viyanayê pêk were.

Saîd Hatîbzadeh ji çapemeniyê re axivî û got “Komara Îslamî ya Îranê ji bo peymanê dixwaze li Viyanayê muzakereyên xurt were kirin. Hikumetê komeke bi qalîte şandiye, îrade û cîddîyeya xwe nîşan daye. Heke aliyê hember jî heman îradeyê nîşan bide, ji bo peymanê em ê li ser rêya rast bin.”

Li gorî medyaya Îranê wê Alîkarê Wezîrê Karê Deve Alî Bagerî jî di nav heyetê de cih bigire.

Muzakere ji meha Hezîranê û vir ve sekinîbû. Li aliyekî muzakereyê Îran û li aliyê din jî Elmanya, Çîn, Fransa, Kralîyeta Yekgirtî û Rûsya hene. Serokê berê yê DYE Donald Trûmo di sala 2018’an de bi awayekî yekalî xwe ji peymanê vekişandibû û dest bi zextan kiribû. Tê payîn ku wê DYE bi awayekî ne yekser tevlî muzakereyên li Viyanaê bibe.”