Li Perûyê mûmyayê ji 800 heta 1200 salî hate dîtin

Arkeologên ji Perûyê li taxeke Lîmayê mûmyayek keşif kirin ku destên wî girêdayî bûn. Hate ragihandin ku mûmya ji beriya 800 heta 1200 salî ye.

Kesê ji kolandinê berpirsyar ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku li qada arkeolojîk a Cajamarquilla ya bi 24 kîlometreyî li rojhilatê Lîmayê, mûmya li goreke ji 1.40 metreyî kûr hate keşifkirin.

Mûmyayê ku rûyê xwe bi destê xwe girtiye beriya 800 heta 1200 salî beriya zayînê hatiye veşartin û tê texmînkirin ê kesekî navbera 18 û 22 salî de bû.

Serokê projeya Cajamarquilla Pieter Van Dalen got, "Ev yek mûmyayeke ku bi kordonê hatiye girêdan." Van Dalen diyar kir ku ji aliyê cih û demê ve "taybet."

Li heman gorê bermahiyên garis û nebatên cuda hate dîtin. Her wiha hestiyên heywanekî ku tê gotin ê kûçikekî ye, hate dîtin.