Li Qetarê sala 2020'an 50 koçber mirin, bi hezaran jê birîndar bûne

Rêxistina Navnetewî ya Xebatê (ÎLO) ragihand li Qetarê li qada înşeatê ku wê malxweyîtiyê li Kûpaya Cîhanê ya 2022'an bike 50 koçber mirine û 500 jê bi giranî bi deh hezaran karker birîndar bûne.

Mîrektiya Qetarê ji ber miemeleya li sed hezaran karkerên ku ji Asyayê hatin ku li şantiyeyên mezin ê Kûpaya Cîhanê dixebitin ji hêla rêxistinên civaka sivîl ve tim tê şermezarkirin.

Li gorî ÎLO ya bi ser NY'yê ve piraniya koçberên ku sala 2020'an mirine ji ber qezayên li înşeatan û trafîkê mirine.

ÎLO'ya ku diyar kirî sala çûyî 50 karkerên koçber mirine, her wiha diyar kir 506 karkerên koçber bi giranî birîndar bûne, 37 hezar û 600 kes ji bi sivikî birîndar bûne.

Serokê Ofîsa Qetarê ya ÎLO'yê Max Tunon got dane bi rengekî sîstematîk nehatin berhevkirin xwest ku platformeke netewî were avakirin ku hemû daneyan bîne cem hev.

Tunon got, ''Bi lezgînî divê em tevbigerin ji ber ku li pişt her hijmarê karkarek û malbata wan heye.''