Li Sûdanê piştî darbeyê li ser avakirina hikumetê li hev kirin

Li ser vegera Serokwezîr Abdullah Hamdok ê bi darbeya leşkerî li Sûdanê ji wezîfeyê hate girtin û berdana girtiyên siyasî li hev hate kirin.

Ji navbeynkarên Sûdanî rêveberê partiya Umma Fadlalah Burma ji AFP'ê re axivî û got, "General (Abdul Fettah) Burhan, Abdullah Hamdok, hêzên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl li ser vegera Hamdok li wezîfeya xwe û berdana girtiyên siyasî peymana siyasî îmze kirine."

Komek ji navbeynkarên Sûdanî jî bi daxuyaniyeke nivîskî lihevkirin piştrast kir.

Koma ji navbeynkaran ji rojnamevan, akademîsyen û siyasetmedaran pêk tê.

Li gorî daxuyaniyê vegera Abdullah Hamdok li wezîfeya xwe, berdana girtiyên siyasî, wê pêvajoya derbasbûnê li konsensusa siyasî, qanûnû û destûra bingehîn vegerîne.

Hate ragihandin ku aliyan mohra xwe danîne binê daxuyaniyeke siyasî ya pîvanên lihevkirinê.

Têkildarî dema bicihanîna peymanê agahî nehate dayin.

Di 25'ê Cotmehê de General Abdul Fettah El Burhan hikumet betal kiribû û rewşa awarte ragihandibû. Serokwezîr Hamduk jî li paytext Hartumê hatibû girtin.

Di xwepêşandanên şermezarkirinê de ji 25'ê Cotmehê ve 40 kes hatin kuştin, bi sedan kes jî birîndar bûn.