Li Rûsyayê li kana komirê herî kêm 52 kes mirin

Li herêma Sîbîryayê ya ser bi Federasyona Rûsyayê, li kaneke komirê felaketekê rû da. Herî kêm 52 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî ajansa nûçeyan a Tassê, 25'ê Mijdarê li kaneke madenê ya li Sîbîryayê qezayekê rû da. Hejmara mirovên ji ber qezayê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 52 kesî.

Ajansên nûçeyan RIA Novosti û Interfaxê ragihandin ku di encama qezayê de 46 madenkar û 6 endamên tîma alîkariya lezgîn ên li kanê asê man, jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku derdora 40 madenkar jî rakirine nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyên ku walî Sergey Tsivilev ji çapemeniyê re ragihand, di dema qezayê de 285 kes li kanê bûn. Hate ragihandin ku piraniya mirovên di kanê de hatin rizgarkirin. Ji ber rîska teqînê karên lêgerîn û rizgarkirinê hatin rawestandin.

Komîteya Lêpirsînê ya Xwecihî diyar kir ku di çarçoveya 'binpêkirina pîvanên ewlekariyê' de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Serokdewlet Vladimir Putin ji bo bûyerê got, "trajediyek mezin."

Cara yekê nîne ku li Rûsyayê felaketeke bi vî rengî rû dide. Di Cotmeha 2004'an de ji ber teqîna li kana madenê ya Listviajnayê 13 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Sala 1981'ê di dema Sowyetan de di encama teqînekê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Gulana 2010'an li herêma Kemerovayê li kana madenê ya Raspadskayayê 91 kes miribûn, derdora 100 kes jî birîndar bûbûn.