Bi sedan welatiyên Iraqê ji Belarûsê paşve hatin şandin

Ligel nûçeyên têkildarê koçberan ku bi hêviya derbasê Ewropayê bibin diçin Rûsya Spî û li ser sînorê Polonya-Belarûsê bi felaketeke mirovî re rû bi rû ne, paşve tên wegerandin.

Rayedarên Bexdayê ragihandin ku zêdetirê 400 welatiyên Iraqê yên li Belarûsê asê mane bi balafirên Charter yên ji Mînskê ber bi Bexda ve paşve hatine şandin.

Berdevkê Wezareta Karên ji Derve yê Iraqê Ehmed El Sehaf diayrkir, “Hatiye tomarkirin ku îro 430 koçber ji bo ku biçin Iraqê siwarê balafirê bûne, ekîbên sefaretxaneyê ya li Belarûsê jî gotiye ku qeydkirina navê 50 kesên din jî didome.”

Balafira îro di saetên dereng ên piştî nîvro ji Mînskê firiya.

Destpêkê balafir ku piraniya rêviyên wê Kurd in li Hewlêrê daketin û yên manî ji di saetên êvarê li balafirgeha paytext Bexdayê daketin.

Piraniya koçberên ku plan dikin li Belarûsê bimînin, di mijara vegera Iraqê bêhêvî ne.

Di vê navberê de fatûreya krîzê zêde dibe.

Di mehên dawî de hejmara cenazeyên ku ji Belarûsê radestê malbatên wan tên kirin herî kêm 2 ji wan Kurdê Başûrê Kurdistanê bi giştî li ser sînor 11 kes mirine.