Îran: Rojavayî bi niyeteke baş bin lihevkirin ne dûr e

Wezîrê Karê Derve yê Îranê diyar kir li ser mijara nukleerê lihevkirin 'nêzîk' e lê ev girêdayî 'niyeta baş'' a Rojavayiyan e.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Hisên Emîr Evdillahiyan li ser Twîtterê daxuyanî da û got, ''Heke Rojavayî bi niyeteke baş bin lihevkirin nêzîk e. Em li pey diyalogên rasyonel, bihiş û li encamê asêmayî ne.''

Evdillahiyan her wiha got, ''Nîqaşên li Viyanayê bi rendî cidî çêdibin û rabûn ambargoyê weke şertê pêşî ye.''

Muzakere ji Hezîranê û wir ve sekinîbûn û vê duşemba bihurî dîsa dest pê kirin. Li aliyê dî Elmanya, Çîn, Fransa, Kraliyeta Yekbûyî û Rûsya welatên alî yên peymana nukleerê ne ku sala 2015'an li Viyanayê hatibû îmzekirin. Dema Serokê DYE'yê Donald Trûmp sala 2018'an peyman bi yekalî hatibû betalkirin. DYE bi rengekî nerasterast tevlî muzakereyên li Viyanayê dibe.