Rûsyayê mûşekeke hîpersonîk ceriband

Artêşa Rûsyayê ragihand ku wan bi “serketî” mûşekeke dûravêj ya hîpersonîk a nû ya bi tîpa Zîrkon ceriband.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Rûsyayê de hat ragihandin ku moşeka Zîrkon ji keştiya Amîral Gorçkov a li ava Behra Spî ya li Arktîkayê hatiye avêtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin hedefa ku ji 400 kîlometreyî zêdetir dûr bûye "bi serketî" hatiye xistin û hatiye "îmhakirin".

Yekem mûşeka Zîrkon di Cotmeha 2020’an de hate avêtin. Serokê dewletê Vladîmîr Pûtîn wê demê ceribandina mûşekê weke "bûyereke mezin" bi nav kir. Piştre di serî de li ser keştiya Amîral Gorçkov, ceribandinên din jî hatin kirin. Ev cûreya dawî ya ceribandinê di 18'ê Mijdarê de pêk hat.

Ceribandina mûşekê ya nû di demekê de bû ku bi welatên rojavayî û bi taybetî DYE’yê re alozî zêde heye.

ÇEKÊN ‘BIN NAKEVE’ YÊN RÛSYAYÊ

Pûtîn van çekên nû wek "bin nakeve" dibîne. Di axaftina ku Serokê Dewletê Pûtîn di merasîmeke deryayî ya mezin ya li St. Petersbûrgê hatibû lidarxistin de gotibû ku fîloya Rûsî gihîştiye kapasîteya  ku dikare "her hedefekê tune bike."

Tê payîn ku mûşeka Zîrkon a Rûsyayê ku menzîla wê ya herî zêde 1000 kîlometre ye, li ser keştiyên bejahiyê û keştiyên binê deryayê were danîn.

Di nav çekên nû de, yekem mûşekên hîpersonîk ên nifşê nû Avangard ku dikarin bigihîjin leza 27 Machê û ber û bilindahiyê biguherîne, di Kanûna 2019’an de li artêşa Rûsyayê ketibûn meriyetê.

Ji bilî vê li dijî hêzên hewayî mûşeka Kînjal ya hîpersonîk û mûşeka Bûrevestnîk a nukleerê dehf dide di nav çekên nû de ne.

Pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê yên modela herî dawî ya S-500 di 20’ê Tîrmehê de bi serketî hatin ceribandin. Tê gotin ku van sîsteman "mîna wê di cîhanê de tune."

Rûsya her wiha çekên ku li fezayê bên bikaranîn çêdike. Satelaytek Sovyeta berê ya li orbîtê vê dawiyê hat xistin. Rojavayiyan bertek nîşan dan ku bermahiyên ku ji ber vê ceribandinê derketine, Ajansa Fezayê ya Navneteweyî dixe xeteriyê.

TEKNOLOJIYA NÛ DI DESTÊ ÇINÊ DE HEYE

Beriya niya bi demekê medyaya Amerîkî ragihand ku Çîn jî di vê havînê de guleyek ku karibe mûşekeke hîpersonîk biavêje ceriband. Ev teknolojî ne di destê DYE û ne jî Rûsya de heye.