Jinên Kurd ên li Rûsyayê êrişên bi çekên kîmyewî û bêdengiya cîhanê şermezar kirin

Jinên Kurd ên li herêma Krasnodarê ya Rûsyayê bi civîn û daxuyaniyekê li ber êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî rabûn û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kirin.

Jinên Kurd ên li herêma Krasnodarê ya Rûsyayê, li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî civînek li dar xistin.

Civîn li navçeya Vastoçni ya herêma Krasnodarê pêk hat û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê hate kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.

Piştî civînê bi navê jinên Kurd ên li Krasnodarê endama Komîteya Jinê Susana Kerem daxuyaniyek da.

Susana Kerem anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla encama heman polîtîkayê ye û destnîşan kir ku bêdengiya raya giştî ya cîhanê manîdar e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Heta ku Rêber Abdullah Ocalan azad nebe, Kurd azad nabin. Astengkirina hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi malbatê û parêzeran re nîşaneya rûyê nijadperest ê dewleta Tirk a faşîst e."

Di daxuyaniyê de işaret bi çalakî û xwepêşandanên Kurdistaniyan ên li çar aliyên cîhanê hate kirin û hate ragihandin ku tevî vê yekê jî Yekîtiya Ewropa û saziyên mafên mirovan li pêşberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng in.

Bi navê jinên Kurd ên li Rûsyayê di serî de Rûsya bang li hêzên navneteweyî hemûyan hate kirin ku dawî li vê polîtîkaya xwe ya durû bînin û li dijî dewleta Tirk a ku çekên kîmyewî bi kar tîne tavilê helwestê nîşan bidin.