Li DYE'ê wesayitekê da nava girseyê: 5 kes mirin, bi dehan kes birîndar bûn

Li DYE'yê, wesayitekê da nava girseyekê ku pîrozbahî dikir. Di bûyerê de 5 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Waukesha yê eyaleta Wisconsin a DYE'yê, wesayitek bi tîpa SUV da nava girseya gel a ku ji bo Neolê li hev civiya bû. Di bûyerê de 5 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku hin ji birîndaran zarok in.

Li gorî agahiyan kesek hate destgîkirin. Rayedarên polîsan diyar kirin ku têkildarî bûyerê heta niha pêwendiyeke bi 'terorê' re tespît nekirine.

Birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin. Şaredarê Waukeshayê Shawn Reilly diyar kir ku li bajê rewşeke travmatîk rû daye.

Di dîmenên bûyerê de tê dîtin, ku wesayit piştî li bendên qiraxa dikeve bi ser komekê ve diçe ya ku ji muzîsyenan pêk tê.

Jinek ji qenala Fox6 re axivî û diyar kir ku wesayita SUV li koma keçan a dansê ya navbera 9 û 15 salî qelibî ye.