DYE û hevalbendên wê ji kuştinên komî yên bi destê Talîbanê 'bi fikar in'

DYE û hevalbendên wê yên rojavayî ragihandin ku ew ji 'kuştinên bi komî' yên bi destê Talîbanê li dijî hêzên ewlekariyê yên berê 'bi fikar in' û xwestin, tavilê lêpirsîn bê destpêkirin.

Piştî rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ku tê de dihate gotin, rejîma Talîbanê endamên berê yên ewlekariyê bi zorê winda kirine yan jî bi rengekî komî kuştine, DYE û hevalbendên wê daxuyaniyeke hevpar dan.

Yekîtiya Ewropa, Qraliyeta Yekbûyî û Japonya jî di nav de nêzî 20 welatan daxuyanî dan û gotin, "Çawa ku ji aliyê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û rêxistinên din ve hatine belgekirin, em bi fikar in ku endamên berê yên hêzên ewlekariyê yên Efgan bi rengekî bêdaraz hatine kuştin û bi zorê hatine windakirin."

Koma tifaqê got, "Ev çalakiyên ku îdîa li ser wan tê kirin, binpêkirina mafên mirovan bi rengekî giran e û li dijî efûya ku Talîbanê ragihandiye."

Welatên tifaqê bang li rêveberên Talîbanê kirin ku efûyê bi cih bîne û li tevahiya welêt serwer bike.

HRW'ê nava hefteyê raporek weşandibû û tê de gotibû, "Di navbera 15'ê Tebaxê û 31'ê Cotmehê de ji endamên berê yên Hêzên Ewlekariya Neteweyî ya Efgan ên teslîmî hêzên Talîbanê bûn 47 ji wan hatin kuştin an jî windakirin."

HRW'ê got, "Di nava qurbaniyan de personelên leşkerî, polîs, endamên servîsa îstîxbaratê û milîs hebûn."