Li Bûlgaristanê otobusekê qeza kir: Herî kêm 45 kes mirin

Li Bûlgaristanê otobuseke rêwiyan qeza kir, 5 jê zarok herî kêm 45 kes mirin.

Li Bûlgaristanê Sêşemê bi şev otobuseke bi plakaya Makedonyaya Bakur qeza kir. Hate diyarkirin kesên di otobusê de  Arnawût bûn.

Di encama qezayê de 45 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 5 jê zarok in.

Qeza saet di 02.00’an de li nêzî gundê Bosnekê ya 40 kîlometreyan li başûrê Sofiayê ye pêk hat û hate diyarkirin bi tenê 7 rêwî rizgar bûne û ew birine nexweşxaneyê.

Herî dawîn di Tebaxa 2018’an de li Bûlgaristanê qezayeke mezin pêk hatibû û 18 rêwî miribûn.

Ji ber ku rêyên xerabe û leza zêde di nav welatên Yekîtiya Ewropayê de herî zêde li Bûlgaristanê qeza çêdibin.