Li Hindistanê hêzên ewlekariyê 13 sivîl kuştin

Hate ragihandin, ku li eyaleta Nagalandê ya li bakur rojhilatê Hindistanê hêzên ewlekariyê 13 sivîl kuştine.

Li gorî daxuyaniya polîsan, hêzên ewlekariyê gule li qemyonekê reşandin, piştre jî berdan komek ji mirovên nerazîbûn nîşan dan.

Bûyer li navçeya Monê qewimî ya li ser sînorê Myanmarê ye. Polîsê eyaletê Sandeep M. Tamgadce got, "Li temamiya navçeya Monê rewş aloz e. Hatiye piştrastkirin ku 13 kes mirine."

Wezîrê ji Nagalandê berpirsyar Neiphiu Rio ji Reutersê re axivî û diyar kir ku wê lêpirsîn bê destpêkirin û berpirsyarên bûyerên werin cezakirin. Rio ev 'rewşa ne serketî' xiste stuyê servîsên îstîxbaratê.

Rio li ser Twitterê peyamek da û got, "Bûyera bêşens a ku bû sedema mirina sivîlan dikare bê şermezarkirin."

Çavkaniyekî ku ji ajansa Associated Pressê re axivî û nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku di qemyonê de 30 yan jî jê zêdetir karkerên kana komirê hebûn û hingî gule lê hate reşandin.

Rayedarekî payebilind ê polîsan ji Reutersê re got, "Agahî ji leşkeran re hatibû dayin ku li herêmê liv û tevgera hin milîtanan hebû û dema ku çav li qemyonê ketin ji wan hebû ku madenkar îsyankar in û gule li wan reşandin, di encamê de 6 karker kuştin."