Îlham Ehmed bi Lavrov re rûnişt
Seroka Komîteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov re hate cem hev.
Seroka Komîteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov re hate cem hev.
Seroka Komîteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed ku serdana Moskowê kirî bi Wezîrê Karê Derve yê Rûs Sergey Lavrov û Nûnerê Taybet ê Wezareta Dewleta Rûsya Mîkhaîll Bogdanov re rûnişt.
Li gorî qenala televizyonê ya Rûsîa Today (RT) Wezareta Karê Derve di hevdînê de geşedanên li Sûriyê hatiye gotûbêjkirin. Her wiha hate diyarkirin di hevdîtinê de giringiya çareseriyê ya bi çarçoweya biryara bi nimroya 2254'an a NY'ê hatiye destnîşankirin.
Wezaretê got, ''Me ragihand ku Rûsya ji bo krîza Sûriyê çareser bibe hazir e ku bi her cure berpirsyariyê rabe. Me careke destnîşan kir yekerebûna xaka Sûriyê demildest divê were bicihanîn.''