Li Venezuelayê partiya desthilatdar di hilbijartinên xwecihî de bi ser ket

Li Venezuelayê, partiya Serokkomar Nikolas Maduro di hilbijartinên xwecihî de bi ser ket.

Li gorî Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî, di hilbijartinên xwecihî de yên roja Yekşemê hate lidarxistin, partiya desthilatdar ji 23 walîtiyan 20 jê bi dest xist.

Partiya desthilatdar Şaredariya paytext Caracasê li pêşberî muxalefeta parçebûyî qezenç kir.

Muxalefet ji sala 2017'an û vir ve yekemcar tevlî hilbijartinê dibe.

Yekîtiya Ewropayê jî piştî 15 salan yekemcar hilbijartinên li Venezuelayê şopand.

Tê payin ku Yekîtiya Ewropa rapora xwe roja Sêşemê eşkere bike.

Hate ragihandin ku rêjeya tevlîbûnê ji sedî 41,8 bê eşkerekirin. Bi giştî 8.1 milyon kesî deng da.

Muxalefet tenê li sê eyaletan bi ser ket.

Serokkomar Maduro ji bo encamên hilbijartinê got, "Serketineke bedew, berhema kar."