Li Qahîreyê damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin, bang li cîhana Ereb hat kirin

Di merasîma îmzekirina pirtûkekê ku têkiliyên Kurd-Ereb vedibêje ya li paytexta Misrê Qahîreyê hat lidarxistin de bal hat kişandin li ser têkiliyên Kurd-Ereb û ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ cîhana Ereb alîkarî hat xwestin.

Di merasîma îmzekirina pirtûkê de ku li Navenda Çandê ya Sefaretxaneya Misirê pêk hat, 27'ê Mijdarê 43. salvegera damezrandina PKK'ê hat pîrozkirin. Di çalakiya ku gelek nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên Misirê jî amade bûn de bal hat kişandin ser helwesta dîrokî ya PKK'ê û hate destnîşankirin ku divê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ komîteyeke navneteweyî ya Ereban bê avakirin.

Bİ GOTARA ABDULLAH OCALAN DESTPÊ KIRIN

Nivîskar û rojnamevanê Misrî Dr. Fethî Mehmûd di merasîma îmzekirina berhema xwe ya li ser 'Pêwendiyên Kurd û Ereban' bi xwendevanên xwe re hat cem hev.

Di destpêka çalakiyê de Fethî Mehmûd behsa girîngiya pirtûkê ya li ser têkiliyên Kurd û Ereban kir. Fethî îşaret bi sedemên fikra nivîsandina pirtûkeke bi vî rengî kir û diyarkir ku ew dixwaze di derbarê Kurdan de agahiyan bide-bide nasîn û rola Kurdan di ewlehiya neteweyî ya Ereban de derxîne pêş û da zanîn ku Kurd her tim bûne xwedî parêzvanên deriyê rojhilatê cîhana Erebî ne.

Fethî Mehmûd ragihand ku wî bi gotareke xwe ya di rojnameya El Ehram de dest bi pirtûkê kiriye û wiha berdewam kir: “Min xwest di gotara xwe ya di rojnameya El Ahram de behsa Abdullah Ocalan bikim û piştgiriya azadiya wî ya fîzîkî bikim. Di heman demê de min xwest ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan komîteyek Erebî ya navneteweyî bê avakirin. Dema ku gotara min hat weşandin, ji aliyê nivîskar û rewşenbîrên Ereb ve bi eleqeyek mezin hat şopandin û erênî hat dîtin.”

DIVÊ LI CÎHANA EREB BAŞ BÊ NASANDIN

Nivîskarê Misrî Fethî Mehmûd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “PKK tevgereke azadiyê ye. Xebatên wê yên terorê tune ye. Lewma divê ji lîsteya terorê bê derxistin. Weke nivîskar û rewşenbîrên Ereb em piştgiriya wî dikin. Ji bo ‘Derxistina PKK’ê ji Lîsteya Terorê’ jî em di nava kampanya navneteweyî de cih digirin. PKK di esasê xwe de têkoşîna azadiya Kurdan e. 50 sal in berxwedanên bêhempa nîşan daye. Ji bo vê yekê jî divê Partiya Karkerên Kurdistanê li welatên Erebî baştir bê danasîn.”

ŞOVENÎZMA 'KURDAN TİNE BİKE'

Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misrê Rajaî Fayed di axaftina xwe ya li çalakiyê de kirî behsa şovenîzma Tirk kir û got, “Ji ber şovenîzmê ji bilî Tirkan tu kesî nabîne. Li Tirkiyê Kurd, Laz, Ereb û hwd. gelek pêkhateyên gelêrî dijîn. Bi helandina Kurdan di nava civakê de, dibêjin ew jî Tirk in. Bi gotina Kurd ne li vir in dixwazin wan weke 'Tirkên Çiyayî' nîşan bidin. Kurd ji ber kesên ku li pey vê nêzîkatiya şovenîst in rastî wehşeteke mezin tên.”

‘EM Ê 44. SALA WÊ BI HEVRE BI AZADIYA ABDULLAH OCALAN PÎROZ BIKIN'

Rajaî Fayed di çalakiyê de derbarê PKK’ê de hin nirxandin kir û wiha pêde çû: “Di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundekî Amedê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat damezrandin û serokê wê Abdullah Ocalan bû, Abdullah Ocalan û PKK’ê li dijî emperyalîzm û kolonyalîzmê rawestiyan. PKK xwedî helwestên dîrokî yên ku nayên jibîrkirin e. Yek ji helwêstên wî yên nayên jibîrkirin helwesta wî ya piştgirîkirina doza Filistînê ye. MOSSAD'ê bi Tirkiyeyê re li dijî Abdullah Ocalan dest bi êrîşan kir. Ji wê demê ve li Îmraliyê girtî ye.”

Fayed diyarkir ku divê PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin û got, "Ti sedem û bingeheke qanûnî nîne ku PKK di lîsteya terorê de bimîne."

Rajaî Fayed xîtabî tevahiya civaka Ereban kir û wiha dewam kir: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê divê em hewl bidin. Ez 27'ê Mijdarê li hemû PKK'yiyan pîroz dikim. Em hêvî dikin ku sala nû bi hevre bi azadiya Abdullah Ocalan pîroz bikin."