Li Sûdanê hejmara qurbaniyan gihîşt 15 kesî

Li Sûdanê hejmara mirovên di xwepêşandanên dijî darbeyê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 15 kesî.

Li gorî daxuyaniya Sendîkaya Doktorên Alîgirê Demokrasiyê, di çalakiyên roja Çarşemê de 11 jê li paytext Hartûmê li taxa bakur, herî kêm 15 kes bi çekê hatin kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Piraniya kesên hatin kuştin û yên hatin birîndarkirin, fîşek li serî, stu an jî sînga wan ketine.

Yekîtiya Odeyên Pîşesazî yên Sûdanê got, "Komkujiya rojê dirûşmên me piştrast dike: (bi artêşê re) danûstandin nîne, hevkarî nîne, lihevkirin nîne."

Beriya çalakiyên şermezarkirinê yên roja Çarşemê rejîma leşkerî destpêkê înternet birî. Muxalefetê xwe bi rêya SMS an jî nivîsên li ser dîwaran bi rêxistin kir.

Beriya niha jî 30'ê Cotmehê û 13'ê Mijdarê bi deh hezaran kes daketibûn qadan.