Hilbijartina Danîmarkayê: Dijminên biyaniyan têk çûn

Li Danîmarkayê di hilbijartina herêmî de Partiya Gel a ku dijminatiya biyaniyan dikir derbeke giran xwar. Hinek Kurd jî di şaredariyan de ketin meclîsên şaredariyan.

Li Danîmarkayê di 16’ê Mijdarê de hilbijartina herêmî û şaredariyê hate lidarxistin. Dengên Demokratên Sosyal kêm bû û Partiya Gel a Mûhafazakra Konservatîve û Partiya Lîberal Venstre di hilbijartinê de bi ser ketin.

Partiya Gel a Danîmarkayê ya ku dijminaitya biyaniyan dikir derbeke giran xwar.

Danîmarka ji 98 şaredarî û 5 herêman pêk tê. Di hilbijartinan de 5 jê jin 20 demokratên Kurd û yên jiTirkiyeyê ketin meclîsên şaredariyan.

Siyasetmedarên Kurd û yên ji Tirkiyeyê Îbrahim BellÎ (EL), Şengul Denîz (IsojLîst), Serdar Benlî (SF) û Yildiz Akdogan (SD) ketin meclîsên şaredariyan.

Li Danîmarkayê ya ku nifûsa wê 5,7 milyon e, 4 salan carekê hilbijartinên herêmî tê lidarxistin. Di hilbijartina herêmî de 2021 endamên meclîsê hatin hilbijartin.