Li Rotterdamê di protestoyên koronayê de 7 kes birîndar bûn

Li Hollandayê çalakvanan astengiyên ji ber koronayê protesto kirin. Di çalakiyan de 7 kes birîndar bûn.

Hikumeta Hollandayê bi hinceta şewba koronavîrusê hin tişt asteng kiribû. Roja Înê li bajarê Rotterdamê yê Hollandayê bi hezaran kes kom bûn û ev astengî protesto kirin. Polîsan mudaxeleyî van çalakiyan kirin.

Çalakvanan wesayîtên polîsan jî di nav de gelek wesayît şewitandin û şaredarî neçar ma ku li herêma şer derketina derve qedexe bike.

Hate ragihandin di şerand e herî kêm 7 kes birîndar bûn. Hate îddîakirin di bedena hinek çalakvanan de şûna fîşekan hene.