YE û DYA’yê cezayên nû li ser Belarûsê sepandin

YE û DYE’yê pêkanînên cezakirinê li dijî 20 kes û 12 şîrket û rêxistinên ku li Belarûsê bi qaçaxçîtiya koçberan re têkildar in "wek berteka li hember guhnedana wê ya eşkere ya ji normên navneteweyî re sepandine." Belarûs tedbîrên dijber ragihand.

Yekîtiya Ewropa (YE), Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), Îngilîstan û Kanadayê cezayên nû li ser Belarûsê sepand.

Wezareta Derve û Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka ragihandin ku wekî "berteka li hember desthilatdarê Belarûsê Alexander Lûkashenko" pêkanînên cezayî li ser 20 kes û 12 şîrket û rêxistinên ku bi qaçaxçîtiya koçberan re têkildar in têne sepandin. Kurê wî Dmîtrî Lûkashenko jî niha di lîsteya cezayên Amerîkayê de ye.

Wezareta Xizîneyê ya Emerîka got ku "Kesên di revandina koçberan a ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) de zemîn amade kirinî, di tepisandina berdewam a mafên mirov û demokrasiyê cih girtî û piştgiriya darayî ji rêjîmê re dikin" vê bikevin ber pêkanîna cezayê.

Tedbîrên nû yên cezakirinê yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê wê bi awayeke koordîneyî ligel hevkar û hevalbendan re werin pêkanîn.

YE her wiha qedexeyên seyahetê û cemidandina hesabên parêzvanên sînor û hin kes ji artêşê jî di nav de li ser 17 kesên din sepand.

10 şîrket û yekîneyeke taybet a parastina sînor jî ji tedbîrên cezakirinê bandor dibin.

Li rex tiştên din weke balafirgeha Belarûsî Belavîa, şîrketên geştiyarî û operatorên gerê jî di nav lîsteya pêaknînê de cih digirin.

YE’yê sê şîrketên din ên pîşesaziyê yên dewleta Belarûsê ji ber ku piştgiriya Lûkashenko dikin ceza kir. Di nav wan de şîrketa petrokîmya ya Belorûsneft, hilberînerê lastîkan Belshîna û hilberînerê pêkhateya nîtrojenê Grodno Azot jî hene.

BELARÛS TEDBÎRÊN HEMBER WÊ RAGIHAND

Belarûs tavilê tedbîrên tund li dijî Brukselê ragihand. Wezareta Karên Derve ya Belarûsê got, "Di bersivê de, em ê (...) tedbîrên tund, asîmetrîk lê guncav bigirin."

Hikûmeta Belarûsê li rex tiştên din gilî li tedbîrên cezakirinê yên bandor li şîrketên ku ti têkiliya wan bi krîza heyî ya ku bandorê li koçberan dike tune ye kir.