Şerê Yemenê wê bibe sedemê mirina 377 hezar mirovan!

Neteweyên Yekbûyî (NY) texmînê xwe yê ji bo şerê li Yemenê ku heft salin didome eşkere kir û got ku heya sala 2021’an çi yekser û çi ne yekser wê bibe sedemê 377 hezar mirovan.

Di rapora Programa Geşedanê ya NY’ê (ÛNDP) ya weşandî de diyarkir ku nêzî 60%’ê mirina mirovan bi gotineke din mirina nêzî 227 hezar mirovan ji kêmasiya ava temîz, birsîtî û nexweşî ku di encama ne yekser a şeran de derdikeve holê çavkaniya xwe digre. Li gorî texmînan tê wê watê ku wê heya dawiya îsal şerên heyî bibin sedemê mirina 150 hezar mirovî.

 ÛNDP’ê ragihand ku şerê ku heft salin didome “li ser geşedana welat bandorên felaketê” heye û got, “derfetên tendirustiyê sînordar yan jî tune ye”, “aborî di asta hilweşînê de ye.”

DI HER 9 DEQEYAN DE ZAROKEK DIMIRE

Piraniya hejmara yên ji ber bandorên ne yekser ên şer dimirin bi taybetî ji zarokên ku li hemberî xwarin û vexwarina kêm û xirab bêparastin in pêk tê.

Di raporê de hatiye gotin, “Ji ber şerên di sala 2021’an de rûdanî di her 9 deqeyan de zarokek dimire.”

GER AŞTÎ NEBE DIBE KU 1,3 MILYON KES BIMIRIN

Li gorî ÛNDP’ê heya sala 2030’an eger lihevkirinek ji bo aştiyê çênebe dibe ku “1,3 milyon kes” bimirin.

Di raporê de her wiha ev hişyarî hat dayîn, “Ji ber xirabbûna xizmetguzariyên bingehîn yên wek çavkaniyên debarî, buhaya zadê, tendirustî û perwerde ku encamên ne yekser ên krîzê ne wê mirinên ku di asta herî bilind û zêde de çêbibin pêk bê.”

ÛNDP’ê destnîşan kir ku li cîhanê Yemen “felaketa mirovî ya herî mezin û xirab” e û ragihand, “Ev felaket bi domdarî ber bi xirabbûnê ve diçe.”