CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Zelensky: Her roj ji 60 heta 100 leşkerên Ûkraynayî dimirin
Serokkomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku di şerê bi Rûsyayê re her roj ji 60 heta 100 leşkerên Ûkraynayê dimirin. -
DYE'yê hin ji pêkanînên li ser Kubayê rakir
Wezareta Ragihandinê ya DYE'yê eşkere kir ku pêkanînên li ser seferên balafiran ên Kubayê ji 1'ê Hezîranê û pê ve hatine rakirin. -
Moskowa: Alîkariya çekan a bi Ûkraynayê re rîska şerê bi DYE'yê re zêde dike
Piştî ku DYE'yê ragihand ku wê sîstema roketavêjan bide Ûkraynayê, Rûsyayê hişyarî da ku ev yek wê rîska şerê navbera DYE û Rûsyayê zêde bike. -
Li Brezîlyayê hejmara qurbaniyan gihîşt 106 kesî
Li bakur rojhilatê Brezîlyayê, ji bar barana zêde ku ji 24'ê Gulanê ve dibare, hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 106 kesî. -
Li Meksîkayê bahoza Agatha: 10 kes mirin, 20 kes jî winda bûn
Ji ber bahoza Agatha ya li eyaleta Oaxaca a başûrê Meksîkayê 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û derdora 20 kes jî winda bûn. -
Yekîtiya Ewropayê wê ji sedî 90’ê îtxalata neftê ya Rûsyayê kêm bike
Yekîtiya Ewropayê ji bo kêmkirina îtxalata neftê ya Rûsyayê ji sedî 90 li hev kir. Armanca vê yekê ew ku çavkaniya aborî yên Rûsyayê ku di şerê Ûkranyayê de bi kar tîne, qels bike. -
Li Belçîkayê greva giştî dest pê kir
Li Belçîkayê, li dijî pirsgirêkên sektora giştî çalakiyên greva giştî hat lidarxistin. -
Fînlandiyayiyan kampanya dan destpêkirin
Fînlandiyayiyan nerazîbûn nîşanî qedexeya li ser PKK’ê dan û diyar kirin ew piştgiriyê didin gelê Kurd. -
Li Iraqê tengaviya siyasî: Daxwaza betalkirina parlamentê hate kirin
Li Iraqê, pêvajoya siyasî ya ji bo avakirina hikumeta nû xitimî ye. Komek ji siyasetmedar û hiqûqnasan diyar kirin ku dema qanûnî qediya ye, lewma ji bo betalkirina parlamentê serî li Dadgeha Federal dan. -
Li Kolombiyayê muxalîfê çepgir li pêş e
Li Kolombiyayê di hilbijartinên serokkomariyê de namzetê çepgir di tûra destpêkê de li pêş e. -
Li Brezîlyayê ji ber baran zêde herî kêm 79 kesan jiyana xwe ji dest dan, 56 kes winda ne
Li Brezîlyayê ji ber barana zêde, erd heziya, çem rabû û herî wekî lehiyê herikî. Di vê bobelatê de herî kêm 79 kesan jiyana xwe ji dest dan û 56 kes jî winda bûn. -
Li Brezîlyayê bahoz rabû: Hêrî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest da
Li rojhilatê bakurê Brezîlyayê bi rojan e ku şilî ye û baran dibare. Li gor rayedaran, ji ber hezîna axê û rabûna lehîyê, herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest daye. Pisporan hişyariya dibe ku rewş xerabtir bibe kir. -
Li Kongoyê 27 sivîl hatin qetilkirin
Li herêma Benî ya Komara Kongo ya Demokratîk, komên çete yên ser bi DAÎŞ'ê ve êriş birin ser gundekî. Herî kêm 27 sivîl hatin qetilkirin. -
Li Hemrînê 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Li Çiyayê Hemrînê di bombardûmana artêşa Iraqê de 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin. -
Li Brezîlyayê ji ber baranê herî kêm 28 kes mirin
Li bakur rojhilatê Brezîlyayê ji ber barana zêde di nava 24 saetên dawî de herî kêm 28 kes mirin. -
Li Nîjeryayê geremol: 31 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Nîjeryayê di geremola bernameyeke alîkariyê de 31 kes mirin û 7 kes birîndar bûn. -
Li gorî Moskowayê Rojava 'şerê topyekûn' îlan kiriye
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergev Lavrov diyar kir ku dewletên Rojavayî li dijî Rûsyayê şerê topyekûn îlan kirine, lê wê ev yek zêde dirêj dewam bike. -
Hejmara qurbaniyên avahiya li Îranê bû 19 kes
Li bajarê Abadan ê li başûr rojavayê Îranê, ji ber hilweşîna avahiya ji 10 qatî ya dihate çêkirin, hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan bû 19 kes. -
Ji ber wêneyê Abdullah Ocalan zext li hunermendên Kenyayî tê kirin
Hunermendên Kenyayî, ji ber ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêkirin, zexta girtinê li wan tê kirin. Hunermendan gotin, "Em ê serî li ber gefê netewînin." -
Li Kamerûnê şewba kolerayê: 140 kes mirin
Li Kamerûnê ji cotmeha 2021'ê û vir ve 7 hezar nexweşên bi şewba kolerayê hatin tespîtkirin. Hate ragihandin ku 140 kesî jiyana xwe ji dest dane. -
Hindistan firotina şekir a ji bo derveyî welat kêm dike
Hindistan, piştî ku firotina genim a ji bo derve qedexe kir, niha jî biryar da ku firotina şekir a ji bo bazara navneteweyî kêm bike. -
Di 4 êrişên bombeyî de herî kêm 12 kes mirin; DAÎŞ'ê berpirsyarî li xwe girt
Roja Çarşemê li Efganistanê, li Mezari Şerîf li dijî sê mînîbusan û li paytext Kabûlê jî li hemberî mizgeftekê çar êrişên bombeyî hatin kirin. Di encamê de herî kêm 12 kes mirin. DAÎŞ'ê berpirsyariya êrişê li xwe girt. -
Uca û Temellî bi parlementerên Îngîlistanê re rûniştin
Parlementerên HDP’ê Feleknas Uca û Sezaî Temellî li Londrayê bi parlementerên Îngîlistanê re rûniştin. Di hevdîtinan de bal kişandin ser şer û polîtîqayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk. -
Li nêzî peravên Tûnûsê 70 koçber winda bûn
70 koçberên ku ji Lîbyayê bi rê ketibûn, li nêzî peravên Tûnûsê winda bûn. -
Li dibistaneke Teksasê 19 zarok û mamosteyek hatin qetilkirin
Li Teksasê 19 zarok û mamosteyek di encama êrîşekê bi çek de hatin qetilkirin. Êrîşkarê 18 salî jî ji aliyê polîsan ve hate kuştin.