Li Kamerûnê şewba kolerayê: 140 kes mirin
Li Kamerûnê ji cotmeha 2021'ê û vir ve 7 hezar nexweşên bi şewba kolerayê hatin tespîtkirin. Hate ragihandin ku 140 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Li Kamerûnê ji cotmeha 2021'ê û vir ve 7 hezar nexweşên bi şewba kolerayê hatin tespîtkirin. Hate ragihandin ku 140 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Serokwezîr Joseph Dion Ngute bi daxuyaniyekê got, "Rewşa epîdemiyolojîk a nûbûyî nîşan dide ku ji Cotmeha 2021'ê û vir ve 7.287 kes nexweş ketine ku 140 jê mirin."
Serokwezîr ragihand ku hîn jî li herêmên peravî Lîttoral û li Rojava û Başûrrojava hîn jî nexweş têne tespîtkirin.
Hikumetê ragihand ku wê di destpêka meha Hezîranê de dest bi kampanya derzîkirinê bikin.
Di navbera Çile û Tebaxa 2020'î de li Kamerûnê 66 kesan ji ber kolerayê jiyana xwe ji dest dan.
Ji destpêka sala 2021'ê û vir ve Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku li cîhanê her sal 1.3 heta 4 milyon nexweşên kolerayê hatine tespîtkirin, 21 hezar heta 143 hezar kes mirine.