Zelensky: Her roj ji 60 heta 100 leşkerên Ûkraynayî dimirin

Serokkomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku di şerê bi Rûsyayê re her roj ji 60 heta 100 leşkerên Ûkraynayê dimirin.

Serokkomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky di hevpeyvînekê de ku li gel medyaya Amerîkî Newsmaxê kir, wiha got "Di şer de her roj ji 60 heta 100 leşkerên Ûkraynayê dimirin û 500 leşker jî birîndar dibin."

Zelensky got, "Rewş li rojhilat bi rastî dijwar e."

Hêzên Rûs giraniyê didin ser kontrolkirina herêma Lûhanskê ya li rojhilatê Ûkraynayê. Lewma li vê herêmê şerekî giran diqewime.

Severodonetsk ku bajarê girîng ê Lûhanskê ye, bi giranî kete destê Rûsyayê. Tê gotin ji sedî 90 ê bajêr ji ber bombardûmanê hilweşiya ye.

Zelensky diyar kir ku ew li rojhilat "ketine çeperên parastinê."

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên rojavayî ji eniyê dane, hêzên Rûsyayê jî di vî şerî de derbên giran xwarin. Hikûmeta Ûkraynayê hefteya bihurî îdia kiribû ku Rûsyayê ji destpêka şer heta niha zêdetirî 30’î hezar qurbanî dane. Ne pêkan e ku mirov vê agahiyê ji çavkaniyên din rast bike. Rûsya jî derbarê windahiyên xwe de daxuyaniyên zelal nade.

Di vê navberê de, piştî ku DYE'yê biryar da sîstema roketavêj bide Ûkraynayê, Elmanya jî kete nava liv û tevgerê. Elmanyayê ragihand ku wê sîstema parastina hewayî ji bo parastina bajarê mezin ji êrişên hewayî yên Rûsyayê bişînin Ûkraynayê.