Uca û Temellî bi parlementerên Îngîlistanê re rûniştin

Parlementerên HDP’ê Feleknas Uca û Sezaî Temellî li Londrayê bi parlementerên Îngîlistanê re rûniştin. Di hevdîtinan de bal kişandin ser şer û polîtîqayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk.

Parlementerên HDP’ê Feleknas Uca û Sezaî Temelî tevlî civîna Parlementoya Ingiltere ya xebatên hevpar a Centre for Kurdish Progress (Navenda lêkolînên Kurd) û Meclîsa Gelê Kurd a ku navenda wê Londonê, bûn.

Parlementerê Partiya Karker a Kurd Feryal Clark malovanî ji civînê re kir, ji parlementerên Partiya Navnetewî a Îskoçê Chrîs Stephens jî axivî.

Heyeta HDP’ê ku beşdarî serdana Londonê bû, di heman demê de bi gelek rayedar û sîyasetmedarên Îngîltere re hevdîtin kir û li dijî şer peyam dan.

Rûniştina ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurd ve li Parlemetoya Îngîltere hat lidarxistin, Parlementerên HDP û Parlementerên SNP (Partiya Neteweyî a Îskoçya) amade bûn. Parlementere Partiya Karker a Îngilîz Feryal Clark moderatoriya rûniştinê kir. Di civînê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastina yên Medyayê û zêdebûna zextên li ser gelê Kurd û mixalifên di nava sînorê Tirkiyeyê û têkiliyên Ewropa-Tirkiye hatin nîqaşkirin.

‘DEWLETA TIRK MAFÊN MIROVAN Û HIQÛQÊ BINPÊ DIKE’

Parlementerê Partiya Karker a Îngilîz Feryal Clark wiha got, “Desthilatdariya Erdogan, li dijî demokrasî û azadiyê êrîşên mezin pêk tîne. Mafên mirovan û serweriya hiqûqê bi êrîş û zextên li ser gelê Kurd li Rojhilata Navîn û Ewropa tên binpêkirin.

‘EM ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK QEBÛL NAKIN’

Parlementerê Partiya Neteweyî a Îskoçê Chrîs Stephens jî wiha axivî, “SNP û HDP partiyên xwişk û bira ne, têkiliyên wan pir xurt e û bi hevre dixebitin. Banga me weke SNP ji dewleta Tirk re; Demildest sekinandina êrîşên ser herêma Kurdistanê ye. Em van êrîşan bi tu awayî qebûl nakin. Divê dewleta Brîtanyayê guh bide parlementerên HDP’ê. Kurd li Rojhilata Navîn û Tirkiye aliyê azadîxwaz in. Li Rojhilata Navîn pêkanîna aştiyê û parastina azadî û nasnameya gelê Kurd pir girîng e.

Parlementerên HDP’ê Feleknas Uca û Sezaî Temellî jî di axaftinên xwe de bal kişandin ser binpêkirinên li welat tê jiyîn û dijminatiya desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî demokrasiyê destnîşan kirin.

‘DI NAVA PÊVAJOYA BERXWEDANA DÎROKÎ DE NE’

Uca û Temellî di çarçoveya bernameya xwe de li Navenda Civaka Kurd bi gel re hatin ba hev. Di civînê de Uca û Temellî destnîşan kirin ku li dijî dagirkerî û polîtîqayên şer di nava berxwedaniyekî dîrokî de ne û bang kirin ku li dora vîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin yek.