Li Meksîkayê bahoza Agatha: 10 kes mirin, 20 kes jî winda bûn

Ji ber bahoza Agatha ya li eyaleta Oaxaca a başûrê Meksîkayê 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û derdora 20 kes jî winda bûn.

Walî Oaxaca Alejandro Murat daxuyaniyek da Radyo Formûla û diyar kir ku 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. Alejandro Murat got, "Niha li çiyê derdora 20 kes winda ne."

Di dewama daxuyaniyê de walî got, "Dema bahoza Agatha li qada bejahî da windahiyên canî çênebûn, lê bi hatina barana dijwar re roja Sêşemê serê sibehê bû sedem ku av di ser çem re bifûre û ax bişemite.

Agatha ku li peravên Pasîfîk ên Meksîkayê bahoza destpêkê ya vê demsalê ye, roja Duşemê piştî nîvro bandor li rojavayê Pûerto Angel kir. Pûerto Angel bajarokekî peravî ye û 2500 mirov lê dimînin.

Navenda Bahoza Neteweyî ya Emerîkayê (NHC) bi daxuyaniyekê ragihand ku bahoza Agatha ji sala 1949’an û vir ve bahoza herî giran a li peravên Pasîfîkê yên Meksîkayê ye.

Meksîka her sal bi giranî di navbera mehên Gulan û Mijdarê de dikeve bin bandora bahozên tropîkal ên li peravên Pasîfîk û Atlantîkê.