Fînlandiyayiyan kampanya dan destpêkirin

Fînlandiyayiyan nerazîbûn nîşanî qedexeya li ser PKK’ê dan û diyar kirin ew piştgiriyê didin gelê Kurd.

Li hemberî qedexeya li ser PKK’ê hevgirtina Fînlandiyayiyan didome. Gelên Fînlandiyayê bi awayekî çalak tevlî kampanyayên îmzeyan dibin û di rojên dawîn de bi komên ku ava kirine, gelek îmze kom kirin.

Gelên Fînlandiyayê li ser înstagramê kampanyayek dan destpêkirin û peyamên ‘Ez jî sempatîzanê PKKê me’, ‘Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin’, ‘Divê li hemberî zext û daxwazên Tirkiyeyê stû neyê xwarkirin’ û ‘Têkoşîna PKK’ê têkoşîna azadiyê ye’ hate dayîn.

Kampanya li ser malpera bi navê ‘NCKD Finland’ ya înstagramê tê parvekirin.

Hate diyarkirin di sê rojên dawîn de herî kêm hezar îmze hatine komkirin.