Hejmara qurbaniyên avahiya li Îranê bû 19 kes

Li bajarê Abadan ê li başûr rojavayê Îranê, ji ber hilweşîna avahiya ji 10 qatî ya dihate çêkirin, hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan bû 19 kes.

Li eyaleta Xuzistan a Îranê roja 23'ê Gulanê li bajarê Abadanê avahiyeke 10 qatî ya ku dihate çêkirin, hilweşiya.

Waliyê Abadanê Îhsan Abbaspûr ji ajansa nûçeyan a Îrnayê re axivî û got, "Hejmara kesên di binê xirbeyê avahiyê de mane baş nayê zanîn, lê belê heta niha me 19 cenaze ji binê xirbe derxistin."

Abbaspûr ragihand ku 37 kes bi saxî derxistin û birin nexweşxaneyê, piraniya wan jî baş bûye.

Rayedar diyar kir ku wê heta dawiyê karê lêgerîn û rizgariyê dewam bikin.