Yekîtiya Ewropayê wê ji sedî 90’ê îtxalata neftê ya Rûsyayê kêm bike

Yekîtiya Ewropayê ji bo kêmkirina îtxalata neftê ya Rûsyayê ji sedî 90 li hev kir. Armanca vê yekê ew ku çavkaniya aborî yên Rûsyayê ku di şerê Ûkranyayê de bi kar tîne, qels bike.

Hikûmetên 27 welatên Yekîtiya Ewropayê di civîna bilind a ku li Brûkselê hat lidarxistin de biryar dan ku gav bi gav ambargoyê li ser nefta ku bi keştiyan tê îthalkirin, deynin. Ewropa ji sê duyan nefta ku bi keştiyan tên dikire.

Bi peymana di navbera Almanya û Polonya de ya ji bo rawestandina îthalata xeta boriya neftê ya Droujba, heta dawiya salê ji sedî 90’î îxracata neftê ya Rûsyayê ji bo Yekîtiya Ewropayê tê rawestandin.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihandin ku ew ê di firsenda ewil de li ser radestkirina bi rêya boriya neftê ya ambargoyê nîqaş bikin.

Macarîstanê ragihand ku bi şertê ku ji bo neftê garantî bê dayîn ew ê erê bikin.

Macarîstana ku deryaya wê tune ye, ji sedî 65’ê pêdiviyên xwe bi nefta ku ji Droujba tê çêkirin, peyda dike. Di vê çarçoveyê de, hikûmeta Macarîstanê ji bo ku parzûngehên xwe bigre ewlehiyê, 800 milyon euro fînanse ji Ewropayê xwest.

Ji bo ku biryara Yekîtiya Ewrûpayê bi cih were anîn, erêkirina sefîrên 27 welatan jî pêwîst e.

Di peymana ku ev nêzî mehekê ye muzakere tê kirin, tê pêşbînîkirin ku pakêta nû ya peymanê bi zêdekirina 60 kesên din di lîsteya biryarê ya Yekîtiya Ewropayê de were berfireh kirin. Di nav van kesan de Serokê Dêra Ortodoks a Rûsyayê Patrîk Kirill jî heye. Di peymanê de her wiha derxistina sê bankên rûsî, di nav wan de banka herî mezin a Rûsyayê Sberbak, ji pergala darayî ya navneteweyî ya Swîftê jî heye.