Li Nîjeryayê geremol: 31 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Nîjeryayê di geremola bernameyeke alîkariyê de 31 kes mirin û 7 kes birîndar bûn.

Di geremola bernameyeke alîkariyê ya dêrekê ya li başûrê Nîjeryayê qewimî de 31 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn. Bernameya ku ji aliyê dêra Kings Assembly a li eyaleta Rivers ve hat organîze kirin, armanc ew bû ku 'hêviyê bide' kesên hewcedar.

Li gor berdevka polîsan Grace Iringe Kokoyê, gelek kes tev li bernameya alîkariyê ya dêra Kings Assembly ya pentekostal li eyaleta Riversê bûne.

Pirê kesên canê xwe ji dest dane ji bo bernameya alîkariyê ya “Danûstandina belaş“ dêrê hatine.

Şahidê bi navê Daniel got ku di nav miriyan de gelek zarok hene. Di daxuyaniya ku da AP’yê de her wiha da zanîn ku 5 pênc zarokên ji dayikekê û jineke ducanî jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daneyên hikûmetê, li Nîjeryaya dewlemenda Efrîkayê ya 80 milyon nifûsa xwe heye gelek mirov xizan in, bûyerên wiha tim çêdibin.

Berê jî geremolên wiha li Nîjeryayê çêbûne. Sala 2013‘an di civîneke pir qerebalix a li dêreke li eyaleta Anambrayê 24 kesan jiyana xwe ji dest da. Li paytexta Nîjerya Abûjayê di kontroleke ji bo karên hikûmetê de, ji ber derketina ji kontrole ya qerebalixê herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest da.