Ji ber wêneyê Abdullah Ocalan zext li hunermendên Kenyayî tê kirin

Hunermendên Kenyayî, ji ber ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêkirin, zexta girtinê li wan tê kirin. Hunermendan gotin, "Em ê serî li ber gefê netewînin."

Hunermendên Keyayî ji bo piştgiriyê bidin kampanya 'Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re' li ser dîwarên Naîrobiyê wêne çêkirin. Lê belê zexta girtinê li wan tê kirin.

Kolektîfeke hunermendan ku xwe weke Wahenga bi nav dike, li Naîrobiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li ser dîwaran dest bi xêzkirina wêneyan kir. Lê belê Şaredariya Naîrobiyê gefa girtinê li vê komê xwar, ku komê heta niha zêdeyî 100 wêne li ser dîwarên herêmên cuda yên bajêr çêkiriye.

Hunermendan li ser mijarê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku wê serî li ber gefan netewînin. Her wiha diyar kirin ku fikrê konfederalîzma demokratîk ê Abdullah Ocalan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin.