Li Brezîlyayê ji ber baranê herî kêm 28 kes mirin

Li bakur rojhilatê Brezîlyayê ji ber barana zêde di nava 24 saetên dawî de herî kêm 28 kes mirin.

Eyaleta Pernambucoyê ji roja Sêşemê ve di bin bandora barana zêde de ye.

Li gorî daxuyaniya rayedarên eyaletê di nava 24 saetên dawî de 28 kes mirin.

Li Jardim Monteverdeyê ku di navbera Recife û Jaboatao dos Guararapes de ye, sibeha Şemiyê erd şemitî û 19 kes mirin.

6 kes jî li bajarê Camargibeyê ji ber şemitîna erdê jiyana xwe ji dest dan.

Li Recifeyê 2 kes û li Jaboatao dos Guararapesê jî kesekî jiyana xwe ji dest da.

Ji destpêka barana zêde û vir ve ku şeva Sêşemê destpê kir li vê eyaletê 33 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî Parastina Sivîl, roja Sêşemê ji ber bahozê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.