Di 4 êrişên bombeyî de herî kêm 12 kes mirin; DAÎŞ'ê berpirsyarî li xwe girt

Roja Çarşemê li Efganistanê, li Mezari Şerîf li dijî sê mînîbusan û li paytext Kabûlê jî li hemberî mizgeftekê çar êrişên bombeyî hatin kirin. Di encamê de herî kêm 12 kes mirin. DAÎŞ'ê berpirsyariya êrişê li xwe girt.

Li Mezari Şerîf ku mezintirîn bajarê li bakurê Efganistanê ye, li herêmên cuda bombe li sê mînîbusan hatin bicihkirin û teqandin. di encamê de herî kêm 10 kes mirin, nêzî 15 kes jî birîndar bûn.

Çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya vê êrişa êvara Çarşemê li xwe girt.

Wezareta Karên Hundir jî ragihand ku danê êvarê li paytext Kabûlê di êrişeke din a bombeyî ku li hemberî mizgeftekê hate kirin herî kêm 2 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn.