Li dibistaneke Teksasê 19 zarok û mamosteyek hatin qetilkirin

Li Teksasê 19 zarok û mamosteyek di encama êrîşekê bi çek de hatin qetilkirin. Êrîşkarê 18 salî jî ji aliyê polîsan ve hate kuştin.

Walî Greg Abbott da zanîn ku gumanbarê 18 salî, bi awayekî hovane û bêwate 19 zarok û mamosteyek qetil kiriye.

Êrîş li dibistaneke Uvaldeyê ya Teksasê pêk hat. Hat ragihandin ku êrîşkar jî hatiye kuştin.

Di bîlançoya ewil de hatibû diyarkirin ku 14 kes hatine kuştin.

Di êrîşê de dibistana seretayî ya Robbe ku zarokên 5-6 salî dixwînin, bû hedef.

Ji 500 zarokên ku li vê dixwendin ji sedî 90 bi eslê xwe Hîspanî bûn.

Hema bêje her roj êrîşên çekdarî li vê qadê pêk tên. Êrîşên çekdarî li New York, Chîcago, Mîamî û San Francîsco zêde dibin.

Di nava meha gulanê de li supermerketa Buffalo ya li eyaleta New Yorkê.10 Afro-Emerikî bûn qurbaniyên êrîşeke nijadperest.

Di 2018’an de li lîseya Parkland ya Florida ku piraniya wan zarok 17 kes hatin kuştin.

BIDEN BANGA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ LOBIYÊN BI ÇEK KIR

Serokê DYE Joe Bîden ji bo têkoşîna li dijî lobiyên bi çek bang kir. Bîden li pêşberî kamareyên Qesra Spî wiha got, “Dema ku ez bûm serok, min hêvî dikir ku neçar nemînim vê bikim”.

Biden di vegera xwe ji gera dîplomatik ya Asyayê di balafirê de di derbarê vê trajediyê agahî da û wiha bertek nîşan kir “Xatirê Xwedê em ê kengê bi lobiyên bi çek re rû bi rû bimînin” û wiha zêde kir “Ez bêzar bûm û westiyam.

Biden got ku, “Ji min re nebêjin ku bandora me li ser vê qetlîamê nebe “ û banga “guherîna vê eşê” kir.