Li Kongoyê 27 sivîl hatin qetilkirin

Li herêma Benî ya Komara Kongo ya Demokratîk, komên çete yên ser bi DAÎŞ'ê ve êriş birin ser gundekî. Herî kêm 27 sivîl hatin qetilkirin.

Tevna çavdêriyê ya li eyaleta Kîvû ya Bakur Barometreya Ewlekariyê (KST) li ser Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku sibeha Şemiyê êriş li gundê Beû-Manyamayê hatiye kirin.

Gundê navborî li herêma Benî ye û nêzî Mamoveyê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li gundê Beû-Manyamayê herî kêm 27 sivîl hatin kuştin."

Berdevkê hêzên leşkerî yên li Beniyê got, "Dema ku em gihîştin herêmê ji xwe dijmin ADF zêdeyî 10 mirovên me bi kêr û satoran kuştibû."

Berdevk got, "Em ketin pey wan. Leşkerên me heft ji endamên ADF'ê notralîze kirin."

Li gorî rayedar di operasyonê de endamekî ADF'ê jî hate girtin.

Li eyaletên Kîvû ya Bakur û l'Iturî yên Komara Kongo ya Demokratîk ji Gulana 2021'ê ve rewşa awarte heye. Li van herêman 25 sal in şerê çekdarî diqewime.

Hêzên Tifaqa Demokratîk (ADF) ku weke baskê DAÎŞ'ê yê li Afrîka Navîn tevdigere, li Kongoyê bi qetilkirina bi hezaran sivîlan û êrişa li Ûgandayê tê sûcdarkirin.