Li Brezîlyayê ji ber baran zêde herî kêm 79 kesan jiyana xwe ji dest dan, 56 kes winda ne

Li Brezîlyayê ji ber barana zêde, erd heziya, çem rabû û herî wekî lehiyê herikî. Di vê bobelatê de herî kêm 79 kesan jiyana xwe ji dest dan û 56 kes jî winda bûn.

Li herêma Recîfe ya li bakurê rojhilatê welat ji sêşema borî ve ji ber barana zêde lehî rabûye.

Li gorî bîlançoya Parastina Sivîlan a Eyaleta Pernambûcoyê herî kêm 79 kesan jiyana xwe ji dest dane û 56 kes jî winda bûne.

Ji ber bahozê li ser giran erd heziya, çem rabû û herî wekî lehiyê herikî.

Li Jardim Montevegerê ji ber heziyana axê herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezîrê Pêşketinê yê Herêmî Danîel Ferreîra diyar kir dibe ku di rojên pêş de jî baran bibare.

Di meha sibatê de li Petropolîs a li eyaleta Rîo de Janeîroyê de ji ber lehiyê 233 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.