Hindistan firotina şekir a ji bo derveyî welat kêm dike

Hindistan, piştî ku firotina genim a ji bo derve qedexe kir, niha jî biryar da ku firotina şekir a ji bo bazara navneteweyî kêm bike.

Hikumeta Hindistanê doh bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo buhayan kontrol bike heta meha Îlonê wê tenê 10 milyon ton şekir ji bo derve bifiroşe. Her wiha ji firoşkaran hate xwestin, ku di navbera 1'ê Hezîranê û 31'ê Cotmehê de ji bo firotina şekir 'destûra taybet' ji rayedaran bistînin.

Hindistan hilberînerê herî mezin ê şekir li cîhanê ye. Her wiha piştî Brezîlyayê di rêza duyemîn de ye ku herî zêde şekir difiroşe derveyî welat. Hikumeta Narendra Modî diyar kir ku piştî 'mezinbûneke zêde ya li firotina ji derve re' ya sala derbasbûyî, ji bo parastina stokên şekir ên li welêt divê bikevin nava liv û tevgerê.

Di sala bazarê ya heyî de; ji Cotmeha 2021'ê heta Îlona 2022'an, febrîqeyên şekir ên Hîntî heta niha peymanên firotina şekir a ji derveyî welat re ji bo 9 milyon tonî îmze kirin. Li gorî daneyên hikumetê, di 12 mehên derbasbûyî de vî welatî 7 milyon ton madeyên şîrînkirinê ji derveyî welat re firotiye.