Li Iraqê tengaviya siyasî: Daxwaza betalkirina parlamentê hate kirin

Li Iraqê, pêvajoya siyasî ya ji bo avakirina hikumeta nû xitimî ye. Komek ji siyasetmedar û hiqûqnasan diyar kirin ku dema qanûnî qediya ye, lewma ji bo betalkirina parlamentê serî li Dadgeha Federal dan.

Di ser hilbijartinên giştî yên Iraqê re heft meh derbas bûn. Hîn jî ne serokkomar, ne jî serokwezîr hatine hilbijartin. Ji bo diyarkirina serokwezîr diviyabû ji sê parên parlamentê du par biciviyan, lê belê hewldanên di vê mijarê de heta niha bi ser neketine. Yek ji du pêkhateyên mezin ên siyasî red dike ku desthilatdariyê parve bike, ya din jî xwedî wê hejmarê ye ku dikare rûniştinên parlamentê bloke bike. Welat bi vî rengî ketiye nava rewşeke tengav û xitimî ya siyasî. Nerazîbûna civakî jî li hemberî vê mezin dibe.

Komek ji parlamenter û hiqûqnasên Iraqî ji bo betalkirina parlamenta Iraqê û jinûve lidarxistina hilbijartinên parlamentê serî li Dadgeha Federal dan.

Di daxwaznameyê de wiha hate gotin: "Li gel hilweşandina parlamentê û jinûve lidarxistina hilbijartinê, divê Serokkomar û serokwezîr jî ji bo diyarkirina dema hilbijartina parlamentê û ya serokkomariyê îsal werin erkdarkirin."

Dadger Letîf Şêx Mistefa jî li ser hesabê xwe yê Facebookê li ser vê daxwaznameya ji bo dadgeha federal hatiye pêşkêşkirin nivîsî û got: "Divê parlamenta Iraqê were betalkirin. Ji ber demên qanûnî binpê kiriye, nekariye serokkomar hilbijêre û proseya siyasî xetimandiye. Lê desthilata (însiyatîf) dadgehê nîne parlamentê betal bike."

Letîf Şêx Mistefa diyar kir ku li gorî xala 64'an a destûra Iraqê tenê parlament dikare xwe betal bike û got: "Divê ev daxwaz yan ji aliyê sêyan yekê parlamenteran ve were pêşkêşkirin, an jî serokwezîr bi rizamendiya serokkomar vêya pêşkêş bike. Ev jî divê ji aliyê nîvê parlamenteran ve (165) parlementeran ve were erêkirin."