Moskowa: Alîkariya çekan a bi Ûkraynayê re rîska şerê bi DYE'yê re zêde dike

Piştî ku DYE'yê ragihand ku wê sîstema roketavêjan bide Ûkraynayê, Rûsyayê hişyarî da ku ev yek wê rîska şerê navbera DYE û Rûsyayê zêde bike.

DYE'yê roja Sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku di çarçoveya paketa piştgiriya ewlekarî û leşkerî ya nû de wê sîstemên roketavêj HÎMARS'ê bidin Ûkraynayê.

Roketavêjên ku li wesayitên zirxî yên sivik têne bicihkirin bi qasî 80 kîlometreyî diçin. Tê payin ku ev yek kapasîteya leşkerî ay Ûkraynayê xurt bike.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Rîabkov ji Rîa Novostî re axivî û diyar kir ku radestkirina çekên Emerîkayê rîska şerê navbera Rûsya û DYE'yê zêde kiriye. Rîabkov got, "Her radestkirina çekên bi vî rengî rîskeke wiha zêde dike."

Sergey Rîabkov îdîa kir ku DYE bi biryar e ji bo 'têkçûneke stratejîk' li Rûsyayê bike, heta Ûkraynayiyê dawî bimîne vî şerî bide meşandin. Dîplomatê Rûs got, "Ev rewşeke nû ye û metirsîdar e."