Li gorî Moskowayê Rojava 'şerê topyekûn' îlan kiriye

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergev Lavrov diyar kir ku dewletên Rojavayî li dijî Rûsyayê şerê topyekûn îlan kirine, lê wê ev yek zêde dirêj dewam bike.

Lavrov bi daxuyaniya ku roja Înê da, 'şerê topyekûn' ê dewletên Rojavayî li dijî Rûsyayê îlan kiriye şermezar kir. 

Lavrov wiha got: "Rojava li dijî Rûsyayê şerê topyekûn îlan kiriye."

Hêzên Rojavayî ji ber êrişa leşkerî ya Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê, kirinên xwe li ser Moskowayê zêde kirine. 

Lavrov bal bir bi ser wê yekê ku şer wê pir li ber xwe bide û got, "DYE û hevkarên xwe, hewildanên xwe yên aborî û medyayî û wekî din ên ji bo kirina bin kontrola xwe ya Rûsyayê pir zêde kirine."

Lavrov îdîa kir ku 'fobiyeke Rûsan' a nedîtî hatiye çêkirin û her wiha işaret bi wê yekê kir ku bi betalkirina klasîkan Rojavayî hewl didin ku çandê betal bikin.

Lavrov anî ziman ku Rojavayî klasîkên nivîskarên wek Çaykovskî, Dostoyevskî, Tolstoy û Pûşkîn qedexe dikin.

Piştî şerê Ûkraynayê gelek saziyên çandî yên Rojavayî, hevkariya bi saziyên dewleta Rûsyayê re dan sekinandin ya jî hunermendên piştgiriya şerê Ûkraynayê dikin qedexe kirin.

Moskowa Ûkraynayê sûcdar dike ku di destên Neo-Naziyan de ye, ku 'sûcê qirkirinê' dikin. Dewletên Rojavayî jî sûcdar dike ku li dijî Rûsyayê şerê wekaletê dike.