Li Kolombiyayê muxalîfê çepgir li pêş e

Li Kolombiyayê di hilbijartinên serokkomariyê de namzetê çepgir di tûra destpêkê de li pêş e.

Di dîroka Kolombiyayê de cara duyemîn e ku çepgir di hilbijartinên serokkomariyê de encameke bi vî rengî bi dest dixe.

Gerîlayê berê Gûstavo Petro yê sosyal demokrat ê 62 salî, di hilbijartinên Yekşemê de ji sedî 40.34 ê dengan wergirt.

Lê belê hîn garantî nîne ku di tûra duyemîn de bi ser bikeve. Milyarderê populîst Rodolfo Hernandez ku xwe weke dijberê nelirêtiyê nîşan dide, surprîzek kir û ji sedî 28.1 ê dengan wergirt û ji tûra duyemîn re ma.

Namzetê milyarder di tûra duyemîn de wê karibe sûdê ji dengên rastgirên kevneşop werbigire. Bi taybetî di tûra duyemîn de dengê Federîco Gûtîerrez ku ji sedî 23.7 e dikare ji Hernandez re biçe.

Gûtîerrez ê dijberê komunîzmê zû qebûl kir ku têk çûye û piştre îdîa kir ku Gûstavo Petro "ji bo demokrasî, azadî, aborî, malbat û zarokan" xetere ye.

Tûra duyemîn a hilbijartinê wê di 19'ê Hezîranê de bê kirin.

Petro ku li nava malbateke xizan ji dayk bû di 17 salî de tevlî nava tevgera gerîla ya bi navê Tevgera 19'ê Nîsanê bû. Ev tevger sala 1970'î ava bû û sala 1990'î xwe betal kir, veguherî partiyeke siyasî.

GHevrikê wî Rodolfo Hernandez jî weke 'Donald Trûmp' ê Kolombiyayê tê pênasekirin.