Li Brezîlyayê bahoz rabû: Hêrî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest da

Li rojhilatê bakurê Brezîlyayê bi rojan e ku şilî ye û baran dibare. Li gor rayedaran, ji ber hezîna axê û rabûna lehîyê, herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest daye. Pisporan hişyariya dibe ku rewş xerabtir bibe kir.

Li rojhilatê bakurê Brezîlyayê, ji ber rabûna bahozê ya bi şid, di nav çend rojên dawîn de 44 kesan jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniya roja Yekşemiyê ya rayedarên xwecihî de, hat gotin ku li eyaleta Pernambûco hêj jî 56 kes wenda ne.

Ji ber barana bi şid a bi rojan e dibare, erd heziya û lehî rabû. Ji ber bahozê 4 hezar kes man bêmal. Rîska hezina axê ya jî rabûna lehiyê hêj jî pir zêde ye.

Serokê dewleta Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro, artêş û rayedarên federal şandin herêma karesata xwezayî lê qewimî. Xebata xelaskirinê roje Yekşemiyê jî dewam kir.