Li Hemrînê 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

Li Çiyayê Hemrînê di bombardûmana artêşa Iraqê de 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin.

Liv û tevgera çeteyên DAÎŞ’ê ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê dema dawî zêde bûye.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi piştgirî agahiyên îstixbaratî 2 êrişên hewayî li sînorê parêzgeha Diyale pêk hatin. Di daxuyaniyê de tê gotin ku nêzî rêze çiyayê Hemrîn 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê eşkere kir ku biryar hatiye girtin ku êrişên li dijî şaneyên çeteyan ên li çiya û çolistanan xwe veşartine, bê domandin.

Hefteya borî, li gundê Îslahî yê bajarokê Celewla û li nêzî bajarokê Tazexurmatû çeteyên DAÎŞ'ê êriş pêkanîn. Di herdu êrişan de 12 kes hatin kuştin ku hin ji wan leşkerên artêşa Iraqê bûn.