ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şêniyên Kobanê: Em ê li hemberî êrîşên dagirkeriyê xwedî helwest bin
Şêniyên Kobanê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin, “Divê gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her li ser piyan bin, têbikoşin û li hember hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker xwedî helwest bin." -
Cenazeyê gundiyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, hate veşartin
Cenazeyê Mihemed Mihemed ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser bajarê Til Rifetê de şehîd bû, hate veşartin. -
Êrîşên dagirkeriyê didomin: Gelek birîndar hene
Di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek kes birîndar bûn. -
Kongra Star: Em ê li dijî êrîşên dewleta Tirk têkoşînê mezin bikin
Meclîsa Kongra Star diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker rê li ber krîza mirovahiyê vedike û destnîşan kir ku ew ê li dijî êrîşan têkoşînê mezin bikin. -
Artêşa Tirk a dagirker li Amûdê bombe li 3 nuqteyan barand
Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker li bejahiya Amdûê bombe li 3 nuqteyan barandiye. -
Li Şêrawa 2 dronên bombebarkirî hatin xistin
Li bajarokê Şêrawa ya Efrînê, 2 dronên bombebarkirî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin xistin. -
Ji QSD’ê çalakiyên bersivdayînê: 4 leşkerên Tirk bi giranî birîndar bûn
QSD’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiya bersivdayînê lidar xist. Di çalakiyan de 4 leşkerên Tirk bi giranî birîndar bûn, panzerek hate îmhakirin. -
Dagirker 3 roj in êrîş dikin: Sûcê şer tê kirin
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Artêşa Tirk a dagirker qadên sivîl jî bombebaran dike û sûcê şer dike. -
Dewleta Tirk bombe li Til Rifet û Til Qirahê barand
Dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de bajarokê Til Rifet û gundê Til Qirah a kantona Şehba bi obîsan topbaran dike. -
‘Em piştgiriyê bidin hêzên xwe yên parastinê’
Şêniyên Cizîrê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: “Êrîşên nemerdane wê ti carî nikarebe vîna me bişkîne. Em ê bi ramanên Rêber Apo têkoşînê geş bikin û piştgiriya hêzên xwe yên parastinê bikin.” -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir û got: “Dewleta Tirk 685 caran êrîş herêmê kiriye û di encamê de 17 şênî şehîd bûye û 48 jî birîndar bûye.” -
Bîlançoya êrîşên dagirkeriyê yên li ser Minbicê
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 13 gundên Kantona Minbicê bi dehan caran bombebaran kirin. -
HRE: Leşkerekî Tirk û 4 çete hatin kuştin
HRE’yê anî ziman ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, gelek çalakî li dar xistine û got: “Di encama çalakiyan de leşkerekî dewleta Tirk û 4 çete hatine kuştin.” -
Li Şehbayêji bo 5 şehîdan merasîm hat lidarxistin
Cenazeyê şehîdên Til Rifetê û şehîdê HRE’yê li goristana şehîd Zozan Amanos a Şehbayê hate veşartin. -
Li Til Temirê 1 jê zarok 2 kes birîndar bûn
Li gundê Um Elkêf ê Til Temirê, di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de Emîna Hesino ya 8 salî û Mihemed Delf ê 50’î salî birîndar bûn. -
QSD'ê li dijî dagirkeran çalakî kir
QSD'ê ragihand ku ew li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li gundewarê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî 2 operasyonên serkeftî li dar xistine û gelek leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin û birîndar bûne. -
Cenazeyê şehîdên Siwêdiyê hatin veşartin
Cenazeyê 7 karkerên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser stasyona Siwêdiyê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Êrîşên dagirkeriyê dewam dikin: Sivîl dibin hedef
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Qadên sivîlan ji aliyê hêzên dagirker ve têne bombekirin. -
Malbatên Şehîdan: Muxatab Rêber Apo ye
Malbatên Şehîdan ên li Kantona Cizîrê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Malbatan diyar kirin ku muxatabê çareseriyê Rêber Apo ye. -
HRE'yê şehadeta şervanekî xwe ragihand
HRE'yê ragihand ku şervanê wan Îskender Efrîn şehîd bûye û got, "Hevrê Îskender heta kêliya dawî li dijî dijmin sekinî." -
‘Ew çiqasê êrîş bikin jî, em ê axa xwe bernedin’
Şêniyên Kobanê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan û wiha gotin: "Dewleta Tirk çend êrîş bike jî, wê moralê me qet nekeve. Ev axa me ye. Em ê bi berxwedanê Kurdistanê rizgar bikin. Tevî hemû êrîşan jî em li ber xwe didin û em axa xwe ber nadin." -
Dewleta Tirk êrîş bir ser embara genim: Gelek karker birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser embara genim a li Kobanê. Di encamê de gelek karker birîndar bûn. -
Li Minbicê ji heman malbatê zarokek hate qetilkirin, 2 zarok birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser malekê û ji heman malbatê zarokek qetil kir, 2 zarok jî birîndar kir. -
Koçer: Yekîtî yekane rêya şikandina êrîşan e
Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer diyar kir ku yekane rêya şikandina êrîşên dewleta Tirk yekîtî ye. -
Li Rojava gel li dijî êrîşan daket qadan: Li hemberî êrîşan berxwedanê mezin bikin
Kurdistanî û dostên wan li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk daketin qadan û li dijî êrîşan peyama mezinkirina berxwedanê dan.