ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê wan Hisên El Xidêr dema ku bi erka xwe radibû ji ber nexweşiyê şehîd ketiye. -
Şêniyên Amûdê: Bila rêxistinên mafên mirovan dengê xwe bilind bikin
Şêniyên Amûdê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û ev bang kirin: “Em bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan dikin ku li dijî van êrîşan helwesta xwe diyar bikin û dengê xwe bilind bikin.” -
'Em ê dest ji axa xwe bernedin û heta dawiyê biparêzin'
Xebatkarên firina bajarê Kobanê diyar kirin ku li dijî êrîşan ew moralê xwe xurtir dikin û gotin heta dawiyê wê axa xwe biparêzin. -
Şêniyên Hol, Şedadê û Til Hemîsê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Hol, Şedadê û Til Hemîsê bi meşekê hate protestokirin. Di meşan de peyama domandina berxwedanê heta serkeftinê hate dayîn. -
Gelê Qamişloyê li dijî êrîşên dagirkeriyê li qadan e
Li bajarê Qamişlo û Kobanê bi hezaran kes li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiyan û gotin: “Em bêyî Rêbertî çareseriyê qebûl nakin.” -
Yekemîn Konferansa Komeleya Gaziyên Şedadê pêk hat
Yekemîn Konferansa Komeleya Gaziyên Şedadê bi dirûşmaya “Em ê bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê re jiyaneke azad û wekhev ava bikin” hate lidarxistin. -
Li Kobanê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Bi sedan şêniyên bajarokê Çelebiyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiyan. -
YPJ’ê li dijî hucreyên DAÎŞ’ê operasyon kir: 3 çete hatin girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ’ê ragihand ku di du operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê lidar xistine de, 3 çete girtine û gelek çek hatine desteserkirin. -
'Divê her kes li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker helwesta xwe raber bike'
Şêniyên Efrînê yên li Kampa Serdemê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, banga xurtkirina yekîtiyê li tevahiya gelê Kurd kirin û gotin, divê li dijî van êrîşên qirkirinê her kes helwesta xwe raber bike. -
Keziyên Kesk: Li dijî sûcên dijî mirovahî û xwezayê dengê xwe bilind bikin
Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî, êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û ev bang kir: “Li dijî sûcên dijî mirovahî û xwezayê tên kirin dengê xwe bilind bikin.” -
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta Tirk protesto kirin
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ji 23’ê Cotmehê ve berdewam dikin bi çalakiyan hatin protestokirin. -
Êrîşên dagirkeriyê li Dêrik û Amûdê hatin şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 23'ê Cotmehê destpê kirin, li bajarên Dêrik û Amûdê bi çalakiyên girseyî hatin şermezarkirin. -
Ji QSD'ê çalakiyên bersivdayinê: 3 wesayitên leşkerî hatin îmhakirin
QSD'ê ragihand ku li Til Temir û Eyn îsayê di çalakiyan de 8 dagirker birîndar bûne û 3 wesayitên leşkerî hatine îmhakirin. -
Ji ber êrîşên dewleta Tirk bi dehan binesaziya sivîl ji xizmetê derket
Di encama pêla nû ya êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ku di 23'yê Cotmehê de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat destpêkirin, gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan binesaziya sivîlan ji xizmetê derket. -
Rêveberiya Xweser: Êrîşên dewleta Tirk gefê li 5 milyon mirovî dixwe
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ji 23'ê Cotmehê û vir ve dewam dikin, gefê li jiyana 5 milyon mirovî dixwe. -
Li Til Rifetê bombardûman dewam dike
Bombardûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Til Rifetê dewam dike. -
Ji HRE'yê çalakiyên bersivdayinê: 5 çete hatin kuştin
HRE'yê ragihand ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên van rojên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî kirine û di encamê de 5 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin, 11 leşker û 3 çete jî birîndar bûne. -
‘Em ê bi paradîgmaya Rêber Apo van êrîşan têk bibin’
Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û tekez kirin ku ew ê bi paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan van êrîşan têk bibin û azadiya xwe bi dest bixin. -
Penaberên ji Lubnanê bang li saziyên navneteweyî kirin
Penaberên ku ji Lubnanê berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kirin ku Rêveberiya Xweser bi her awayî alîkarî bi wan re kiriye, lê belê divê saziyên navneteweyî jî bi erk û berpirsyariya xwe rabin. -
Li Minbicê bersiv hate dayin: 7 dagirker hatin kuştin
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Eniya El Ekrad li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke bersivdanê lidar xistin. Hate ragihandin ku di encamê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrişên îro eşkere kir: 11 welatî birîndar bûn
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku dewleta Tirk a dagirker îro 9 caran bi balafirên bêmirov û zêdetirî 130 guleyên hawan û obîsan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girtiye û 11 kes birîndar bûne. -
Rêveberiya Xweser: Divê li dijî êrîşan helwesteke xurt û berpirsyar bê girtin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker sivîlan hedef dike û got, “Divê li dijî êrîşan helwesteke xurt û berpirsyar bê girtin. Wê vîna gel bi ser bikeve.” -
Li Minbic û Reqayê banga rawestandina êrîşên dagirkeriyê hate kirin
Şêniyên kantona Minbicê, Meclisa Jinan a Giştî ya Partiya Sûriye Pêşerojê û Nivîsgeha Zarokan a Desteya Jinan a Meclisa Rêveber a kantona Reqayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin. -
Êrîşên dagirkeriyê: Dewleta Tirk bombe li malên gel dibarîne
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Di êrîşan de malên gel tên hedefgirtin. -
Fermandarê QSD: Em ê bersiva xurtir bidin
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û got, “Heke êrîş dewam bikin, em ê bersiva xwe xurtir bikin."