Li gorî DYE'yê Îranê beriya êrîşê ûranyûm nebir cihekî din
Li gorî Qesra Spî, Îranê beriya êrîşan ûranyûma dewlemendkirî nebir cihekî din.
Li gorî Qesra Spî, Îranê beriya êrîşan ûranyûma dewlemendkirî nebir cihekî din.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) şeva Şemiyê tevlî bombardûmana Îsraîlê ya li ser Îranê bûbû. Serok Donald Trump diyar kiribû ku bi armanca astengkirina hilberandina çeka atomê, wan sê navendên nukleerî 'bi temamî tine kirin'. Ev êrîş ji şoreşa Îslamê ya sala 1979'an û vir ve yekem êrîşa hewayî ya Emerîkayê bû ku li hemberî Îranê hate kirin.
Lê belê piştî ku belgeyek DYE'yê ya veşartî hate weşandin ku guman datanî ser bombardûmana li Fordo, Natanz û Îsfahanê, li hemberî medya Emerîkayê bi hêrs bû.
Li gorî Trump, bombardûmana DYE'yê ya li ser Îranê kir ku navendên nukleerê yên ku bûn hedef bi temamî tine bibin.
Lê belê pispor îdîa dikin ku Îranê xwe ji êrîşê re amade kiribû û nêzî 400 kîlogram ûranyûma di asta ji sedî 60 de dewlemendkirî veguhestibû. Ev rêje nêzî asta ji sedî 90 e ku ji bo çêkirina bombeya atomê pêwîst dike.
DI BINÊ ENQAZÊ DE YE
Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt ji Fox Newsê re axivî û got, "Dikarim bibêjim ku ti agahî li ber destê me nîne ku nîşan bide, Îranê beriya êrîşê di asteke bilind de ûranyûma dewlemendkirî veguhestibe. Ji ber ku ev yek bi rengekî şaş hate ragihandin."
Leavitt got, "Ji ber êrîşên serketî yên şeva Şemiyê, dibe ku bi kîlometreyan di binê enqazê de be."