Dogan ê piştî 31 salan hat berdan, bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin
Ehmet Dogan ê ku piştî 31 salan ji girtîgehê derket, li Êlihê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.
Ehmet Dogan ê ku piştî 31 salan ji girtîgehê derket, li Êlihê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.
Ehmet Dogan (61) piştî dîlgirtina 31 salan di 25’ê Hezîranê de ji Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê hate berdan û li bajarokê Girêsira ya Êlihê bi awayekî girseyî hate pêşwazîkirin.
Rêveberê TUHAY-DER’ê Kadrî Tekîn, diyar kir ku Dogan ev 31 sal in li girtîgehên cuda berdêl dane û daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî û nexweş kir.
Ehmet Dogan girîngiya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo ya 27’ê Sibatê bibîr xist û destnîşan kir ku divê her kes xwedî li pêvajoya nû derkeve.